Piştgiriya ji bo hilberînerên titûnê

Hilberînerên titûnê jî dê êdî hîbeya çandiniyê bistînin

Piştgiriya ji bo hilberînerên titûnê

Wezareta Çandinî û Daristanan çarçoveya hîbeya ji bo çandiniyê berfireh kir û biryar di rojnameya fermî de hat weşandin. Li gorî verastkirina nû dê hilberînerên titûnê jî êdî hîbeya çandiniyê bistînin. Hilberînerên mûşî bi verastkirinê kêfxweş bûn.

Li Mûşê gelek hilberînerên titûnê hene û heta niha ji dewletê hîbeya çandiniyê nedistandin.

Lê êdî ew ê hîbeya çandiniyê bistînin.

Wezareta Çandiniyî û Daristanan ji bo piştgiriya çandiniya titûnê çarçoveya hîbeyê berfireh kir.

Biryar di Rojnameya Fermî de hat weşandin.

Li gorî biryarê dê welatiyên titûnê diçînin jî êdî ji dewletê hîbeya çandiniyê bistînin.

Welatiyên çandiniya titûnê dikin bi biryara hîbeyê kêfxweş bûn.

Rayedar dibêjin bi vê biryarê wê him hilberîn zêde bibe, him jî îthalata titûnê kêm bibe.

Divê hûn ji bo şîroveyan bibin endam.

Ger hûn endam nebin niha bibin endam an jî têkeve malperê.

NÛÇEYA DI RÊZÊ DE