Wezareta Sanayî û Teknolojiyê bi riya ajansa pêşxistina anadola rojhilat DAKA’yê ji bo hunerên dîzik û tenûran projeyek amade kir. li gorî projeyê wê li navçeyên motka û norşênê yên Bitlisê du atolye werin avakirin. dîsa wê ji bo van huneran 80 jin werin îstîhdamkirin. ji bo projeyê jî milyonek û 840 hezar lîre hat veqetandin.
Li Motki û Nurşina navçeyên Bitlisê hin hunerên destan her hu diçe tên jibîrkirin.
Hunerên dîzik û tenûran ji wan 2 heb in.
Wezareta Sanayî û Teknolojiyê bi riya Ajansa Pêşxistina Anadola Rojhilat jî ji bo can bide van huneran projeyek amade kir.
Li gorî projeyê wê li Motki û Nurşinê 2 atolyeyên hunera destan werin avakirin.
Wezaretê ji bo projeyê milyonek û 840 hezar lîre pere veqetand.
Di atolyeyan de wê 80 jin werin îstîhdamkirin û perwerdekirin.
Piştî jinên hoste perwerde bibin û berheman çêkin jî wê ji bo wan pêşangehên firotinê werin vekirin.