Her ku diçe kampanyaya piştgiriya neteweyî mezintir dibe. Li gundekî zarûşada navçeya Karsê welatiyê bi navê Silêman Kayar, çêleka xwe bi 15 hezar lîreyî firot û da kampanyayê. Her wiha gundiyên din jî piştgirî dan kampanyayê.
Li çar aliyên Turkiyê her roj zêdetir kes piştgiriyê didin Kampanyaya Hevkariya Neteweyî.
Herî dawî welatiyên gundê Okçuxlu yê Zarûşada navçeya Karsê piştgiriyeke watedar dan kampanyayê.
Welatiyê bi navê Silêman Kayar çêlekeke xwe bi 15 hezar lîreyî firot û dûv re jî ji bo piştgiriyê da kampanyayê.
Her wiha hin gundiyên din jî li gorî derfeta xwe piştgirî dan kampanyayê.