Li Kiziltepeya Mardinê hevsera qaymeqam û jinên koma bi navê "qasidên dildar" ji bo xebatkarên tenduristiyê cur bi cur paste çêkirin. Dibêjin xebatkarên tenduristiyê di nav şert û mercên dijwar de dixebitin û ji bo wan moral hewce ye.
Di van rojên zehmet de ku şewba koronayê belav bûye, kar û barê herî zor û zehmet yê xebatkarên tenduristiyê ye.
Ji bo wan her tim moral hewce ye û gelê me wan ji bîr nake.
Li Kiziltepeya Mardinê hevsera qaymeqam û jinên koma bi navê "qasidên dildar" ji bo xebatkarên tenduristiyê cur bi cur paste çêkirin.
Pasteyên çêkirin li xebatkarên tenduristiyê belav kirin.