Şaxa komeleya îmam xetîban a Batmanê ji bo Xwendekarên Lîseyên Îmam Xetîbê yên pola 12an pirtûk belav kirin. Komeleyê ji bo amadehiya ezmûna zanîngehan 5 hezar pirtûk da xwendekaran.
Li Batmanê ji bo xwendekarên Îmam Xetîbê yên pola 12an pirtûk hatin belavkirin.
Şaxa Komeleya Îmam Xetîban a Batmanê 5 hezar pirtûk dan xwendekarên ku amadehiya ezmûna zanîngehan dikin.
Ev pirtûk li gorî pergala ezmûnê hatine amadekirin û xwendekar wê jê sûd bigrin.
Ji her xwendekarî re 3 pirtûk hatin dayîn.
Komele Îmam Xetîban ligel Komeleya Deniz Feneriyê vê xizmetê dike.