Piştgiriya krediyê ya ji bo herêma erdhejê

Varank: Heta 150 hezar lîreyî bê faîz wê kredî bê dayîn

Piştgiriya krediyê ya ji bo herêma erdhejê

Li Elazig û Malatyayê kargehên ku ji erdhejê zerar nedîtibin jî wê bi karibin krediya bê faîz bikşînin. Wezîrê Pîşesazî û Teknolojiyê Mustafa Varank daxuyanî da. Wezîr Varank got kargehên di pîşesaziya îmalatê de jî her çend ji erdhejê zerar nedîtibin jî wê bikaribin heta 150 hezar lîreyî bê faîz û saleke bê deyndayîn kredî bikşînin.

Wezîrê Pîşesazî û Teknolojiyê Mustafa Varank: Em li Elazig û Malatyayê heta 100 hezar lîreyan krediya bê faîz û saleke bê deyndayîn da kobi’yên ku ji erdhejê zerar dîtine. Lê em ê vê derfetê bidin kargehên ku zerar nedîtibin jî. Wê bikaribin ji piştgiriya krediya bê faîz a kosgebê îstifade bikin. Kargehên ku karkerên wan herî zêde 50 ne wê bi karibin heta 100 hezar lîreyan kredî bikşînin. Yên zêdetirî 50 karkerên wan hene jî wê bikaribin heta 150 hezar lîreyan kredî bikşînin. Wê krediyên wan bê faîz û heta saleke jî bê deyndayîn be.

Divê hûn ji bo şîroveyan bibin endam.

Ger hûn endam nebin niha bibin endam an jî têkeve malperê.

NÛÇEYA DI RÊZÊ DE