Piştgiriya mazot û gubreyê

Kesên ku hejmara dawî ya nasnameya wan 8 be wê îro perê xwe bigrin

Piştgiriya mazot û gubreyê

Piştrigiyên mazot û gubreyê yên ji bo 2018an îro dest pê dikin. Zêdetirî 2 milyon cotkar wê bi temamî 2 milyar û 872 milyon lîre piştgiriyê bigrin.

Wezîrê Çandinî û Daristanan Bekir Pakdemirli daxuyanî da.

Dayîna destekên mozat û gubreyê yên ji bo sala 2018an wê îro dest pê bike.

Razandina piştgiriyan wê li gorî hejmara dawî ya nimra nasnameyan bê kirin.

Kesên ku nimra nasmaneya wan bi 8an diqedin wê îro piştî seat 18.00an pere razê hesabê wan ên bankayê.

Ên nimra nasnameya wan bi 4 û 6an diqedin jî wê di 1ê Adarê de û kesên ku hehmara wan bi 0 û 2an diqedin jî wê di 8ê Adarê de pere razê hesabê wan.

Di vê çarçoveyê de 2 milyon û 127 hezar cotkar wê bi tevahî 2 milyar û 872 milyon lîre piştgiriyê bigirin.

Ji piştgiriyan wê 2 milyar û 331 milyon lîre ji bo mazotê û 541 milyon lîre jî wê ji bo gubreyê be.

Dîroka nûkirinê: 22 Çile 2019, 17:50
Şîrove Bike
NÛÇEYA DI RÊZÊ DE