Şaredariya Batmanê ji bo serxweşiyan piştgirî dide welatiyan. Ji bo kesên ku xizmên wan wefat kirine, şaredarî 3 rojan xwarin û vexwarinê temîn dike. Ji bo xaniyên serxweşiyê jî personel wezîfedar dike.
Ji çaya mêvanan heta xwarina wan... 3 rojan xizmeta xaniyên serxwaşiyê tê kirin.
Şaredariya Batmanê ji bo kesên ku xizmên wan wefat kirine dest bi xizmeteke nû kir.
Şaredarî ji bo serxwaşiyan xwarin û vexwarinê temîn û amade dike.
Ji bo xaniyên serxweşiyê jî personel wezîfedar dike da ku kar û barê wir were kirin.
Şaredariya Batmanê ji bo 45 xaniyên serxweşiyê yên li navenda bajêr vê xizmetê dike.
Ji bo her serxweşiyê ev xizmet 3 rojan tê kirin. Xizmeteke bi vî şiklî li Tirkiyê cara ewil tê kirin.