Li welêt û bi taybetî jî li herêmê piştgiriyên dewletê dewam dikin, hilberîn her ku diçe zêde dibe. Li Batmanê jî bi destekan 300 serayên nû hatin vekirin.
Diçînin, radikin û difroşin…
Qezanca wan jî baş e…
Di salên dawî de bi piştgiriya Wezareta Heywandarî û Çandiniyê li herêmê sera tên çêkirin.
Li Batmanê jî bi van destekan 300 sera hatin çêkirin û niha ji firingî û xiyaran heya bacan û îsotan gelek berhemên serayan tên hilberîn û îxraçkirin.
Berhemên wan pere dikin û ev jî cotkaran kêfxweş dike.
Midûriya pêşxistina çolter û çandiniyê wê alîkariyên xwe yên ji bo karê serageriyê bidomîne.