Bi 40 milyon lireyî 10 saziyên perwerdeyê yên nû hatin avakirin
Li navçeya Midyada Mêrdînê piştgiriyên dewletê û xebat dewam dikin. Di çarçoveya xebatan de 8 dibistan, pansîyonek û navenda perwerdeya gel hatin avakirin. Ji aliyê din ve li navçeyê ji bo avakirina sîteya pişesaziyê jî xebat didomin.
Li Navçeya Mîdyada Mêrdînê sala borî xebatên avakirina saziyên perwerdeyê dest pê kiribûn.
Di çarçoveya xebatan de 8 dibistan, pansîyonek û navenda perwerdeyê ya gel hatin çêkirin.
Heya niha 40 milyon lîre hat xerçkirin.
Avahiyên ku çêkirina wan xilas bûn, wê di heyama nû ya perwerdeyê de vebin.
Li navçeyê xebatên avakirina Sîteya Pişesaziya Modern jî dewam dikin.
Li Sîteyê wê nêzî 100 kargeh bên çêkirin.
Piştî gedandina sîteyê kargehên pişsesaziyê yên li nav navçeyê jî wê biçin cihê nû.
Tê payîn ku di nav salekê de xebatên avakirinê xilas bibin.