Piştgiriyên ji bo aboriya herêmê

Li 31 cotkarên Dargeçitê makîneyên dotinê hatin belavkirin

Piştgiriyên ji bo aboriya herêmê

Li Dargeçita Mardînê di çarçoveya projeya piştgiriya cotkaran de ji bo 31 cotkarên jin makîneyên dotinê hatin belavkirin. Ji bo wê jî li Qeymeqamiyê merasîmek hat lidarxistin.

Piştgiriyên dewletê yên ji bo cotkar û heywandarên herêmê dewam dikin.

Li Dargeçita Mardînê ji bo jinan, kursa cotkariyê hat vekirin.

Jinên ku beşdarî kursê bûn him di warê cotkariyê him jî heywandariyê de hatin perwerdekirin.

Piştî kursê Qeymeqamiyê ji bo kursiyerên serkeftî, bi merasîmê makîneyên dotinê belav kir.

Jinên ku makîneyên xwe girtin spasiya Qeymeqam û berpirsan kirin.

Divê hûn ji bo şîroveyan bibin endam.

Ger hûn endam nebin niha bibin endam an jî têkeve malperê.

NÛÇEYA DI RÊZÊ DE