Piştgiriyên ji bo çandiniyê

Wezaret, ji bo çandiniya pembû alîkariyê dide cotkarên Siirtî...

Piştgiriyên ji bo çandiniyê

Wezareta Çandiniyê, ji bo li Sêrtê jî çandiniya pembû zêde bibe, teşwîqan dide cotkaran. di vê çarçoveyê de li kezera sêrtê li ser erdekî 2 hezar û 500 donimî ji bo ceribandinê çandiniya pembû hat kirin.

Wezareta Çandiniyê, ji bo aboriya herêmê xurt bibe piştgiriyê dide cotkaran.

Wezaret, ji bo li Sêrtê jî çandiniya pembû zêde bibe di warê mazot, derman û kirînê de cotkaran teşwîq dike.

Di vê çarçoveyê de ji bo li herêmê alternatîfeke din a çandiniyê çêbe li gundê Kezerê ceribandina çandiniya pembû hat kirin.

Çandiniya pembûyê ku niha li ser erdekî 2 hezar û 500 donimî tê kirin, li gorî encamê wê li seranserê bajêr bê kirin.

Divê hûn ji bo şîroveyan bibin endam.

Ger hûn endam nebin niha bibin endam an jî têkeve malperê.

NÛÇEYA DI RÊZÊ DE