Îdareya taybet a bajêr û midûriyeta Batmanê ya çandin û heywandariyê, projeya komkirina şîr dan destpêkirin. Di çarçoveya projeyê de, li 60 heywandarî makîneyên şîrdotinê hatin belavkirin.
Li Batmanê Midûriyeta Çandin û Heywandariyê cotkaran him perwerde dike him jî piştgiriyê dide wan.
Midûriyetê di çarçoveya projeya şîrê paqij de li cotkar û heywandaran makîneyên şîrdotinê belav kirin.
Êdî bi van makîneyan wê him dotina şîr rehet bibe him jî paqij û hijyenîk be.
Heywandaran ji bo piştgiriyan him spasiya xwe kirin him jî gotin em ji zehmetiyeke mezin filîtin.