Midûriya Çandinî û Daristanan a Mûşê, li cotkaran tovê genim belav kir. ji sedî 50yê heqê toxim wezareta çandiniyê dide, ji sedî 25ê pereyan jî îdareya taybet a bajêr dide. her wiha zeviyên ku heta niha nehatine çandin tên tespîtkirin û wê ew jî bên çandin.
Li Mûşê, Midûriya Çandinî û Daristanan bi projeyên cuda piştgiriyê dide cotkaran.
278 ton tovê genim ê li baxçeyê midûriyetê li 350 cotkarî hat belavkirin.
Ji bo belavkirina tovê genim merasîm hat lidarxistin. Midûrê Çandiniyê yê Bajêr mizgîniyeke din jî da cotkaran.
Ji sedî 75ê pereyê toxim wek hîbe tê dayîn. Ji sedî 50yî wezaret dide, ji sedî 25 jî îdareya taybet dide.
Her wiha midûrî dixwaze zeviyên ku heta niha nehatine çandin tespît bike û bide çandin.
Piştgiriyên Wezareta Çandinî û Daristanan ên ji bo cotkaran wê dewam bikin.