Şaredariya Şahînbeya Entabê, bi merasîmekê 300 hezar heb şitilên zeytûn û fistiqan û 3 hezar û 500 ton êm belavî cotkaran kir.
Şaredariya Şahînbeya Dîlokê bi projeyên cuda piştgiriyê dide cotkarên bajêr.
Şaredariyê li Taxa Burcê li cotkaran şitilên zeytûn û fistiqan û êm belav kir.
Şaredarê Şahînbeyê Mehmet Tahmazoğlu di merasîmê de axivî û got em her tim li ba welatiyên xwe ne: “Heywandarên me ji me êm xwestibûn. Me îro li cotkaran him êm belav kir him jî şitilên zeytûn û fistiqan. Em ê pişgiriyên xwe yên ji bo cotkaran bidomînin.”
Cotkar jî ji bo vê piştgiriyê gelek memnûn bûn.
Li cotkaran bi tevahî 3 sed hezar heb şitil û 3 hezar û 500 ton êm hat belavkirin.