Piştgiriyên ji bo ekonomiya herêmê

Di tekstîleke li Kozlukê de 150 kes bi piştgiriya dewletê tên îstihdamkirin

Piştgiriyên ji bo ekonomiya herêmê

Piştî navenda Batmanê niha jî li navçeyan atolyeyên tekstîlê tên vekirin. Herî dawî li Hezoyê 3 tekstîl vebûn. Dewlet jî bi riya İŞKUR’ê piştîgirî dide tekstîlan. Bi piştgiriya herî dawî 150 kes hatin îstîhdamkirin.

Tenê li navenda Batmanê 250 tekstîl hene û di wan de 260 hezar kes dixebitin.

Êdî li navçeyên wê jî atolyeyên tekstîlê vedibin.

Her dawî li Hezoyê 3 tekstîl hatin vekirin.

Di hersê tekstîlên li Hezoyê de nêzî 500 kes dixebitin.

Dewlet jî bi riya İŞKUR’ê piştgirî dide tekstîlan.

Herî dawî bi piştgiriya dewletê 150 kes di atolyeyan de hatin îstihdamkirin.

Êdî ciwan bi xêra van tekstîlan naçin cihên dûr, li bajarê xwe dixebitin û debara xwe dikin.

Divê hûn ji bo şîroveyan bibin endam.

Ger hûn endam nebin niha bibin endam an jî têkeve malperê.

NÛÇEYA DI RÊZÊ DE