Piştgiriyên ku dewlet dide komeleyan

Ji bo cinazeyan wesayîdan dide, kêmasiyên komeleyan çareser dike

Piştgiriyên ku dewlet dide komeleyan

Li bajarê Stenbolê komeleyên gund, navçe û bajaran gelek xebatan dikin. Şaredariyên Stenbolê jî di hin waran de alîkariya komeleyan dikin. Komleya gundê Dimlaga Çewlîkê jî kêmasiyên xwe bi alîkariya şaredariyan çareser dike…

Hin kes kişikê…. Hin kes jî daxme û litîkên din dilîzin…

Ev der Komeleya Gundê Dimlaga Çewlîkê ye. Di sala 2000an de komele hat avakirin. Zêdetirî 300 endamên wê hene.

Merivên ku ji gundê xwe hatin Stenbolê bi saya komeleyê tên ba hev.

Gundî li vir him bêhna xwe vedidin, him jî bi nas û xizmên xwe re sohbetê dikin.

Bi piştgirî û alîkariya şaredariyan jî gelek barên komeleyê kêm dibin.

Di şînan de, şaredarî him konan him jî otobusan ji wan re dişine ku cinazeyan bibin li gundê xwe binax bikin.

Endamên Komeleyê ji van xizmetan gelekî memnûn in.

Dîroka nûkirinê: 27 Gulan 2019, 17:45
Şîrove Bike
NÛÇEYA DI RÊZÊ DE