Piştgiriyên wezareta çandiniyê

Li ser ava kaniyan bi 8 milyon lîreyî proje tên çêkirin...

Piştgiriyên wezareta çandiniyê

Midûriyeta Çandiniyê ya Mûşê ji bo li ser ava kaniyan masîvanî bê kirin, piştgirîyê dide. Masîvanên mûşî salê 400 ton masî xwedî dikin.

Midûriyeta çandiniyê li Mûşê, ji bo ku ligel cotkarî û heywandariyê masîvanî jî bi pêş keve, zahf hewl dide.

Ji bo li ser ava kaniyan masîvanî bê kirin, piştgirîyê dide veberdêran.

Bi saya piştgiriyan niha li ber kaniyan salê 400 ton masî tên xwedîkirin. Ev jî salê 8 milyon lîreyan dixe piyaseya bajêr.

Armanc ew e ku li bajêr masîvanî bi pêş keve û şêniyê Mûşê hewceyî welatê xerîbiyê nebe.

Dîroka nûkirinê: 27 Hezîran 2019, 17:29
Şîrove Bike
NÛÇEYA DI RÊZÊ DE