Pıştî li herêmê şer xilas bû û aramî hat, turîst berê xwe didin Diyarbekirê. Dora pira dehderî ya tarîxî bi mêvanan tijî ye.
Bi operasyonên serkeftî şer qediya, hizûr û aramî hat Diyarbekirê.
Him ji Tirkiyê him ji derwelêt gelek turîst dîsa berê xwe didin Amedê. Li bajêr gelek deverên tarîxî hene lê herî zêde pira dehderî bala turîstan dikşîne.
Pira dehderî li jêra bexçeyên Hewselê ye û di bin re jî çemê Dicleyê derbas dibe.Li herdu aliyên çem gelek kafe jî hene û turîst li van kafeyan bîna xwe vedidin.
Mêvanên ku tên ber pira dehderî bi def û zirneyan tên pêşwazîkirin.