"PKK û HDP yek in, herdu jî rêxistinên terorê ne"

Çalakiya dayîkên li Diyarbekirê ji bo dîtina zarên xwe yên revandinê çiyê li pêşiya avahiya Serokatiya Bajêr a HDPyê dabûn destpêkirin dewam dike

"PKK û HDP yek in, herdu jî rêxistinên terorê ne"

Çalakiya dayîkên li Diyarbekirê ji bo dîtina zarên xwe yên revandinê çiyê li pêşiya avahiya Serokatiya Bajêr a HDPyê dabûn destpêkirin dewam dike.

Dayîkên li Diyarbekirê wekî berpirsyarê revandina çiyê ya zarokên xwe HDPyê dibînin di 3yê îlonê da li pêşiya Serokatiya Bajêr a HDPyê çalakiya rûniştinê dan destpêkirin û çalakî hê dewam dike.

Fatma Akkuşa beşdarî çalakiya rûniştinê bû diyar kir ku ji sala 2015an vir da ji Songula qîza xwe tu xeberekê hilnade, hetanî negihîje qîza xwe ew ê çalakiyê neqedîne.

Akkuşê got gelekî bîriya Songula qîza xwe kiriye û wiha axivî: "HDPyê zaên me birin çiyê. Zarên me dixapînin û dibin. 5 sal e ji qîza xwe xeberekê hilnadim. Bira HDP zarên me bîne. HDPyî heke zehf dixwazin jî bira zarên xwe bibin çiyê. zarên wan li çiyê nînin. 5 sal e ez çi dikişînim bi tenê Xwedê dizane. Rêya ku ew xêz dikin derdikeve Amerîka û Îsraîlê. Ev mesleya Tirk û Kurdan nîne. Medem Kurdan diparêzin çima zara min ji min qetandin. Ez qîza xwe dixwazim, hetanî mirinê ez ê çalakiya xwe ya li vê derê bidomînim."

- "Bira HDP kurê min bîne teslîmî min bike"

Bîlal Avunanê ji bo Emrahê kurê xwe çalakiyê didomîne jî bertek nîşanî HDPyê da.

Avunan got piştî kurê wî winda bû bi qasî 4 mehan bi şev bi roj lê geriya û wiha pê da çû:

"Ji bo kurê min were dîtin ez çûm Enqereyê cem Îdrîs Balukenê Parlamenterê Diyarbekirê yê HDPyê yê berê. Baluken li HDPyê geriya xw paşê ji min ra got 'HDPyê kurê te biriye daye PKKyê'. PKK û HDP yek in, herdu jî rêxistinên terorê ne. Bira HDP kurê min bîne teslîmî min bike. Kurê heke dengê dibîhîze bira firsendê bibîne ji wan bireve were. Ji sala 2015an vir da min xeberek ji kurê xwe hilneda. Ez ê hetanî dawiyê li vê derê li benda wî bimînim. Dijî najî nizanim."

AA

Dîroka nûkirinê: 30 Cotmeh 2019, 16:56
Şîrove Bike
NÛÇEYA DI RÊZÊ DE