PKK ji bo çekan bazirganiya hişbirê dike

Serokatiya Daîreya Têkoşîna Dijî Sûcên Narkotîk a Midûriya Giştî ya Ewlehiyê di "Rapora Hişbirê ya Tirkiyeyê ya 2018an" da eşkere kir ku PKKya rêxistina terorê salê di bazirganiya hişbirê da 1,5 milyar dolar dahatê bi dest dixe.

PKK ji bo çekan bazirganiya hişbirê dike

Serokatiya Daîreya Têkoşîna Dijî Sûcên Narkotîk a Midûriya Giştî ya Ewlehiyê di "Rapora Hişbirê ya Tirkiyeyê ya 2018an" da eşkere kir ku PKKya rêxistina terorê di sewqiyata hişbirê da pir xurt e û di bazirganiya hişbirê da salê 1,5 milyar dolar dahatê bi dest dixe.

Li gor raporê bi saya teknolojiya ku pêşva diçe rêxistinên sûcan bi rêk û pêk, bi awayekî navneteweyî dixebitin, lê têkoşîna dijî wan jî bi navneteweyî tê meşandin.

Li Tirkiyeyê bûyerên hişbirê, bikaranîna wê û rêbazên tedawîkirinê yên sala 2017an bi rêjeyan va hatin eşkerekirin.

Li gor vê di sala 2016an da 81 hezar û 222 bûyerên hişbirê çêbûn, lê di sala 2017an da ev ji sedî 45 zêde bû û gihîşte 118 hezar û 482yan. Der barê van bûyeran da rêjeya şikbarên hatin girtin jî ji sedî 48,92 zêde bû û bû 170 hezar û 175.

Ji 118 hezar û 482 sûcên hişbirê jê 91 hezar û 798 sûc, sûcên kirîn, bikaranîn û hewandina hişbirê ne, jê 23 hezar û 424 sûc, sûcên çêkirin û bazirganiya hişbirê, jê 3 hezar û 136 sûc, sûcên dijderketina qanûna madeyên hişbirê ya ku hejmara wê 2313 e, jê 78 sûc jî sûcên hêsankirina bikaranîna hişbirê û pesnê wê dayînê, jê 46 jî dijderketina qanûna madeyên hişbirê ya ku hejmara wê 3298 e pêk tên.

- Bazirganiyê hişbirê ya ku PKK dike

Di raporê da der barê bazirganiyê hişbirê ya ku PKK dike da agahî hatin dayîn û hat gotin rêxistin di bazirganiya hişbirê da salê 1,5 milyar dolar dahatê bi dest dixe.

Hat gotin PKK/KCKya rêxistina terorê di sewqiyata hişbirê da Tirkiyeyê wekî welatekî transît bi kar tîne, qaçaxçîtiyê dike, li kampên bakurê Iraqê eroînê çêdike, li herêma Rojhilat û Başûrê Rojhilatê Anadoluyê jî zorê dide welatiyan ku ew kirkirkê bireşînin.

Raporê wiha dewam kir: "Rêxistin bi navê bacê ji welatiyan pereyan berhev dike û bi vî pereyî va çalakiyên xwe yên terorê fînanse dike. PKK/KCKya rêxistina terorê ji gelek cureyên sûcan dahatê bi dest dixe. Bi tenê ji qaçaxçîtiya hişbirê salê 1,5 milyar dolar dahatê qezenc dike. Rêxistin vê dahatê ji bo hewandina endamên rêxistinê û ji bo çekan xerc dike."

Di raporê da hat gotin Serokatiya Daîreya Têkoşîna Dijî Sûcên Narkotîk a Midûriya Giştî ya Ewlehiyê di sala 2017an da li dijî PKK/KCKyê 6 operasyon kir û 86 şikbar hatin binçavkirin. Di van operasyonan da 150 kîlogram esrar, 50 kîlogram eroîn û 100 gram kokaîn hat bidestxistin.

AA

Dîroka nûkirinê: 26 îlon 2018, 14:55
Şîrove Bike
NÛÇEYA DI RÊZÊ DE