PKK’ê êrîşî pêşmergeyan kir

Di erîşa rêxistina terorî de pêşmergeyekê jiyana xwe ji dest da

PKK’ê êrîşî pêşmergeyan kir

Rêxistina terorî PKK’ê li bajaroka Çemankeyê ya amediyeya dihokê erîşî wesaîta pêşmergeyan kir. Di êrîşê de pêşmergeyekê jiyana xwe ji dest da, 2 pêşmerge jî birîndar bûn.

Rêxistina terorî PKK’ê, li Çemankeya Amediyeya Dihokê êrîşî wesaîta peşmergeyan kir.

Endamên rêxistina terorî dema wesaîta pêşmergeyan derbas dibû li ser rê bombe teqandin.

Terorîstan piştî bombeyê bi çekên giran wesaîta pêşmergeyan gulebaran kirin.

Di êrîşê de 2 pêşmerge birîndar bûn.

Ji wan pêşmergeyên ku li nexweşxaneya Dihokê dihatin dermankirin, yekê jiyana xwe ji dest da.

Piştî êrîşê li herêmê tevdîrên berfireh hatin girtin.

Devera ku êrîş hat kirin, beriya niha ji ber xebatên terorî yên rêxistina PKK’ê hatibû valakirin.

Hêzên pêşmerge, ji bo ewlehiya herêmê tevdîrên xwe zêde kiribûn. Ji ber vê jî di navbera herdu aliyan de rageşî derketibû.

Rêxistina terorî di 28ê Cotmehê de jî li herêmê êrîşî xeta neftê kiribû.

Ji ber vê jî hikûmeta herêmê bertek nîşanî rêxistina terorî dida.

Divê hûn ji bo şîroveyan bibin endam.

Ger hûn endam nebin niha bibin endam an jî têkeve malperê.

NÛÇEYA DI RÊZÊ DE