Polonya wê ji Türkiyeyê wesaîtên esmanî yên bêmirov bikire

Polonya wê ji Türkiyeyê wesaîtên esmanî yên bêmirov bikire

 Wezîrê Parastina Neteweyî yê Polonyayê Marîusz Blaszczak ragihand ku wê ji Türkiyeyê wesaîtên esmanî yên bêmirov bikirin.

Li gor nûçeya ajansa fermî ya Polonyayê (PAP) Blaszczak got ku Polonyayê ji Türkiyeyê 24 wesaîtên esmanî yên bêmirov (SÎHA) yên Bayraktarê (TB2) bikire.

Blaszczak di xeberdana xwe da wiha got, "Ev çekeke rast e. Li rojhilatê Ewropayê di şeran da xwe îspat kir. Heman awayî li Rojhilata Navîn jî hat emilandin."

Tê texmînkirin peymana kirîna wesaîtên esmanî yên bêmirov hefteya were di serdana Serokê Dewleta Polonyayê Andrzej Duda ya ji bona Türkiyeyê da bê îmzekirin.

Polonyaya endama NATO û Yekîtiya Ewropayê (YE) cara ewil e ji Türkiyeyê wesaîtên esmanî yên bêmirov dikire.

AA

Divê hûn ji bo şîroveyan bibin endam.

Ger hûn endam nebin niha bibin endam an jî têkeve malperê.

NÛÇEYA DI RÊZÊ DE