Ji bo şewba koronayê belav nebe, gelek tevîdîrên cûr bi cûr tên girtin. Li Diyarbekirê jî ji aliyê midûriyeta ewlekariyê ve tîmên anonsê hatine peywirdarkirin. Polîs li kolanên bajêr bi kurdî û tirkî anosan didin welatiyan da ku ji malên xwe dernekevin û şewb belav nebe..
Ji ber şewba koronayê hemû saziyên fermî seferber bûne û ji bo welatî zerarê jê nebîne roj bi roj tevdîrên berfireh tên giritn.
Li Amedê jî ji aliyê Midûriyeta ewlekariyê ve ekîbên taybet hatine peywirdarkirin û polîs ji wesayîtên zirxî hişyariyê didin welatiyan.
Ji dehan zêdetir ekîbên ewlehiyê li kuçe û kolanan hişyariyê didin welatiyan.
Welatiyên Diyarbekirî jî ji bo kesên ku tirkî nizanin van anonsên bi Kurdî diecibînin.
Ev hişyarî dê heta ku rîsk hebe berdewam bikin û dê welatî werin agahdarkirin.