Li Bulanika navçeya Mûşê polêsê ku ket valahiya asansora bînayê jiyana xwe ji dest da.
Polês Mucahît Barlak (28) ku li Midûriyeta Ewlekariya Navçeyê peywirdar e, li taxa Kulturê di valahiya asansora bînaya ku ji bo mêvantiyê çûbûyê da ket xwarê û li ciyê bûyerê jiyana xwe ji dest da.
Cinazeyê Barlak rakirin morga Nexweşxaneya Dewletê ya Bulanikê.
Hat diyarkirin, Barlakê zewicî û bavê zarokekî, xelkê Samsûnê ye.
Waliyê Mûşê Îlker Gunguzoz jî hat Nexweşxaneya Dewletê ya Navçeyê û ji Qaymeqam Haci Arslan Uzan agahî wergirt.
Gunzduzoz ji vê derê jî derbasî Midûriyeta Ewlekariya Navçeyê bû û dû ra jî çû ciyê bûyerê û di bînayê da lêkolîn kirin.
AA