Polîsê şehîd Fethî Sekîn li Elazığê ser qebra wî hat bibîranîn

Li ser qebra Fethî Sekîn merasim hat lidarxistin, Qur'ana Pîroz hat xwendin, dia hatin kirin û qirnefîl li ser qebra wî hatin danîn

Polîsê şehîd Fethî Sekîn li Elazığê ser qebra wî hat bibîranîn

Wexta ku terorîstê PKKyî êrîşî Edliyeya Îzmirê kir, Fethî Sekînê polîs ruhê xwe da ber çavê û bi qehremaniya xwe pêşî li êrîşê girt û şehîd ket. Di sala 4em a şehadeta Fethî Sekîn da li welatê wî yê Baskîla navçeya Elazığ bi merasima hat lidarxistin va hat bibîranîn.

Li gundê Dogancikê ser qebra Sekîn merasim hat lidarxistin û Qur'ana Pîroz hat xwendin, dia hatin kirin û qirnefîl li ser qebra wî hatin danîn.

Walî Erkaya Yirik di merasimê da axivî û diyar kir ku Sekîn di sala 1973yan da li Dogancikê hatiye dinyayê û di 44 saliya xwe da bê teredut ber bi şehadetê meşiya.

Yirik daxuyand, ji bo ku xwînê birêjin terorîstan bi roketavêj, bombeyên destan û çekên lûledirêj va êrîşî Edliyeya Îzmirê kir û Sekîn tenê bi demançeya xwe berevanî kir û wiha dewam kir: "Wexta ku wî berevanî kir got 'Ez heme', qet nefikirî ku zarokên wî wê êtîm bimînin. Fethî Sekîn û Omer Halîsdemirên vî miletî naqedin. Weke ku duh Seyît Onbaşî, Yehya Çawîş, Adîle Onbaşî, Serpel Galip Beg û şehîdên wekî din neqediyan."

Yirik got: "Brayê me yê Fethî Sekîn nîşaneya rûmetiyê, mêraniyê û welatperweriyê ye. Hemû Tirkiyeya me li Fethî Sekîn xwedî derketiye. Fethî Sekîn nîşaneya yekîtî û bihevratiya Tirk û Kurd û Laz û Çerkez û Elewî û Sûniyên vî welatî ye."

Di axaftina xwe da Yirik diyar kir ku şehîd eskerê vî mileê bû û wiha domand: "Îro jî Fethî Sekîn li ezman eskerî vî miletê ye. Ew alaya ku tu ji bo şehîd ketî wê bo te û hevalê te dalqandî bimîne û ev bangên hûn bo şehîd ketin wê ji van mînareyan kêm nebin. Ev milet wê heta bi hetayê li ser vê axê be."

Hîkmet Kurum ku xalê şehîd Sekîn bû got ku biraziyê wî li pêşiya Edliyeya Îzmirê rê li êrîşa terorê girt û jiyana bi sedan kesî xilas kir û wiha domand: "Bi vê wesîleyê egîtiya xwe nîşanî hemû dinyê da canê xwe feda kir û zarokên xwe li pey xwe hişt. Ji bo miletê xwe û welatê xwe şerbeta şehîdiyê bû para wî. Em çiqas li berê bikevin jî ew qas jî pê serbilindin.

Kurum got ku zavê wî Mehmet Zekî Sekîn ê bavê şehîd Sekîn 17 roj berê li mala xwe aciz bû û ew rakirin nexweşxaneyê, ji ber ku li wê derê tedawiya wî dewam dike nikaribû bê merasimê.

Şaredarê Elazığê Şahîn Şerîfogullari, Qeymeqamê Baskîlê Mahmut Samî Yilmaz û Şaredar Îhsan Akmurat tevlî endamên protokolê, nas, dost û eqrebayên şehîd û welatî beşdarî merasimê bûn.

AA

Divê hûn ji bo şîroveyan bibin endam.

Ger hûn endam nebin niha bibin endam an jî têkeve malperê.

NÛÇEYA DI RÊZÊ DE