Polêsê şehîd Fethî Sekîn li Elezîzê ser qebra wî hat bibîranîn

Polêsê şehîd Fethî Sekîn li Elezîzê ser qebra wî hat bibîranîn

Polês Fethî Sekîn 5 sal berê li Îzmirê mirina xwe da pêş çavê xwe û nehişt ku terorîstê PKKyî êrîşî ser Edliyeya Îzmirê bike û bi qehremaniya xwe va pêşî li êrîşê girt û şehîd ket. Di sala 5emîn a şehadeta Fethî Sekîn da Baskîla navçeya Elezîz ew li ser gora xwe bi merasima hat bibîranîn.

Li gundê Dogancikê malbat, hezkir û welatî ser qebra Sekîn hatin bal hev û Qur'ana Pîroz hat xwendin, dia hatin kirin û qrenfîl danîn ser gora wî.

Ji bo xatirê şehîd "Kulluyeya Şehîd Fethî Sekîn" a ku Şaredariya Elezîzê dabû çêkirin hat vekirin û belgefîlma hatibû amadekirin, hat weşandin.

Di nav kulliyeya navê polêsê şehîd lê kirin da ji pirtûkxaneyê bigir heta qada fûar, pêşandan û ewywanên konferansê gelek cî û war hene û li wê derê wê qurs jî bên dayîn.

Li qada pêşangehê ya di nav kuliyeyê çêkirine da jî ji bo xatirê Sekîn cihek heye û li wê derê jî motosiklêta dema li ser wezîfeyê şixûlandiye, cil û bergên polêsan û cilên wî yên din ên ku li xwe kiriye, hatine bicîkirin.

Waliyê Elezîzê Omer Toraman di axaftina xwe da diyar kir ku ji gelek egît û mêrxasên ku miletê ji nav xwe derxistiye yek jî Sekîn e.


Di merasimê da tevlî malbata wî, rayedarên dewletê, endamên saziyên civakî yên sivîl, nas, dost û hezkirên Sekîn beşdar bûn û jê ra dia kirin.


AA

Divê hûn ji bo şîroveyan bibin endam.

Ger hûn endam nebin niha bibin endam an jî têkeve malperê.

NÛÇEYA DI RÊZÊ DE