Polêsê Şehîd Fethî Sekîn li ser qebra wî hat bibîranîn

Polêsê şehîd Fethî Sekînê li İzmirê rê li ber êrîşa terorîstên PKKyî girtibû û di wê êrîşê da şehîd ketibû di salvegera sêyemîn a şehadetiya xwe da li Baskila navçeya Elazığê hat bibîranîn.

Polêsê Şehîd Fethî Sekîn li ser qebra wî hat bibîranîn

Welayitên di destên wan da alayên Türkiyeyê hebûn li nêzîkî Lîseya Anadoluyê ya Baskilê li hev civiyan û heta qebra Sekîn meşiyan. Ji vê meşê ra gotin "Meşa rêzê ya ji bo şehîd".

Komê li ser qebra Sekîn Qur'an xwend, dia kir û kulîlk danîn ser qebrê.

- "Emanetên wan taca serê me ye"

Waliyê Elazığê Çetîn Oktay Kaldirim li ser qebrê axivî û got Sekîn ji bo welat, ala û gelê xwe şerbeta şehadetê vexwariye.

Kaldirim got ev ax bi xwîna şehîdan va hatiye avdan, heta roja me hatiye û wiha dewam kir: "Gelek şehîd û xaziyên me hene. Bi saya qehremanên wek Fethî Sekîn em li welatekî xweş dijîn. Şehîdên me di dilê gelê me da ne, taca serê me hemûyan in. Ji ber vê emanetên wan jî taca serê me ye."

Parlamenterê Elazığê yê AK Partiyê Zulfu Tolga Agar jî got şehîd qehreman in, yek ji wan jî Fethî Sekîn e û wiha axivî: "Ew jî li hemberî van namerdan bi qehremanî bi çeka xwe va wek şêran li ber xwe da. Yên dixwazin xayîntiyê bikin, ji hişê wan ra ev tişt derbas dibe bila ji Elazığê, ji Baskilê bitirsin."

- "Îxaneta we bû sedem ku em bibin yek"

Bavê Sekîn Mehmet Zekî Sekîn jî bertek nîşanî rêxistina terorê da û got tîrên xiyanetê yên bijahr ên davêjin singê welêt bi saya kesên wek Fethî û qehremanên din nagihijin armanca xwe.

Sekîn wiha dewam kir: "Îxaneta we bû sedem ku em bibin yek. Ji ber îxaneta we em qels nebûn, em xurt bûn. Hemû Türkiye û bi sed milyonan mirovên heviya Türkiyeyê bûn yek. Em nemirin, hûn mirin, em xilas nebûn, hûn xilas bûn. Fethî çawa heta nefesa xwe ya dawîn ev welat parast, emê jî heta dilopa dawîn a xwîna xwe vê welatê ezîz û wek bihûştê biparêzin, me ji bo vê sond xwar."

Li ser navê Sekîn pêşbirkeke helbestan a ku mijara wê "Polêsê Şehîd Fethî Sekîn" e pêşbirkek hatibû lidarxistin û kesên di vê pêşbirkê da serkeftî bûne jî helbestên xwe xwendin.

Qaymeqamê Baskilê Oguz Cem Murat, Şaredar Îhsan Akmurat, Fermandarê Cendirmeyan a Bajêr Gokhan Înan, Midûrê Ewlehiyê yê Bajêr Celal Sel û gelek kes beşdarî bibîranînê bûn.

AA

Divê hûn ji bo şîroveyan bibin endam.

Ger hûn endam nebin niha bibin endam an jî têkeve malperê.

NÛÇEYA DI RÊZÊ DE