Polîs Muhammed Demir, sala berê li berwariya Siirtê hatibû şehîdkirin. Ji 81 bajaran pirtûk hatin şandin û bi navê şehîd li dibistana ormandaliyê pirtûkxaneyek hat avakirin. Pirûkxane bi merasîmekê hat vekirin.
Par, di 15ê Tîrmehê de Polîs Muammed Demir li Berwariya Sêrtê di operasyona li dijî rêxistina terorî PKKê de hat şehîdkirin.
Hevalên şehîd li ser medyaya civakî kampanyayek dan destpêkirin.
Di çarçoveya kampanyayê de pirtûk berhev kirin. Ji 81 bajaran pirtûk hatin şandin.
Li Dibistana Ormandaliya Berwariyê bi navê Polîsê Şehîd Muhammed Demir pirtûkxaneyek hat vekirin.
Ji bo vekirina pirtûkxaneyê merasîm hat lidarxistin.
Rayedarên navçeyê, hevalên şehîd û welatî beşdarî merasîmê bûn.