Li Semsûrê Midûriya Ewlekariyê ya bajêr ji bo welatiyên destteng di nav qereqolê de bazara polîsan vekir. Polîsên qereqolê cil û berg an jî amûrên ku bi kar nayînin dibin qereqolê û welatî li gor pêdiviya xwe distînin.
Midûriya Ewlekariyê ya Semsûrê ji bo welatiyên destteng karekî hêja kir.
Polîsan di qereqolê de bazar danî û bi sol, şimik, cil û bergan tîjî kirin..
Yê ihtiyaca wî heye berê xwe dide vê bazarê û ger li gorî wî tiştek hebe radije dibe.
Midûrê Ewlekariyê yê Adiyamanê Metin Alper:Nêzî 4 meh berê li Navenda Polîsan a Şehît Ahmet Yildirim a Altinşehîrê polîsan bazar danî û xist xizmeta Semsûriyan. Ev der 24 saet vekirî ye û kî bixwaze dikare were. Ji wan re çi lazim be dibin.
Xebatkarên saziyê û xêrxwaz cil û berg an jî amûrên ku bi kar nayînin tînin vê bazarê.
Welatiyên destteng, li gor pêdiviya xwe çi lazim be bê pere distînin.