Polêsên Îsraîlê li Mescida Eqsayê midaxeleyî Filistîniyan kir: 9 birîndar

Ji ber ku Cihûyên fanatîk di "meşa alayê" ya provokatîf da heqaret li Hezretî Mihemed kirin li Mescida Eqsaya li herêma Bajarê Qedîm ya Qudsa Rohilat ku dagirkirî ye çalakiya protestoyê hat lidarxistin.

Polêsên Îsraîlê li Mescida Eqsayê midaxeleyî Filistîniyan kir: 9 birîndar

Polêsên Îsraîlê li Mescida Eqsayê midaxeleyî Filistîniyan kir ku heqareta Cihûyên fanatîk ya dijî Hezretî Mihemed protesto dikirin.

Ji ber ku Cihûyên fanatîk di "meşa alayê" ya provokatîf da heqaret li Hezretî Mihemed kirin li Mescida Eqsaya li herêma Bajarê Qedîm ya Qudsa Rohilat ku dagirkirî ye çalakiya protestoyê hat lidarxistin.

Bi sedan Filistînî li Harema Şerîf piştî nimêja înê li rewaqên di navbera Qubetus Sehrayê û Mescida Qibleyê da civiyan.

Filistîniyên ji bona Hezretî Mihemed dirûşme berze kirin peyra ber bi hewşa Harema Şerîf meşiyan.

Polêsên Îsraîlê li herêma Deriyê Silsileyê (Bizincîr) ya Mescida Eqsayê bi guleyên plastîk midaxeleyî Filistiniyan kirin. Gelê Filistînê jî kevir avêtin polêsên Îsraîlê.

Di daxuyaniya Hîva Sor a Filistînê da hat diyarkirin ku polêsên Îsraîlê di midaxeleyê da "fîşengên plastîk û bombeya deng" bi kar anîn, di midaxeleyê da 9 Filistînî birîndar bûn.

Di daxuyaniyê da hat gotin ku hin Filistînî hatin hincirandin û 3 kes rakirin nexweşxaneyan.

Cihûyên fanatîk 15ê Hezîranê di bin parastina polêsên Îsraîlê da li Deriyê Şamê di "meşa alayê" ya provokatîf da heqaret li Hezretî Mihemed kiribûn.AA

Divê hûn ji bo şîroveyan bibin endam.

Ger hûn endam nebin niha bibin endam an jî têkeve malperê.

NÛÇEYA DI RÊZÊ DE