Polêsên Îtalyayê operasyon birin ser endamê YPG/PKKyê

Ekîbên têkoşîna dijî terorê yên li Sardinyaya girava li rojavayê Îtalyayê li mala welatiyekî Îtalyayê yê ku tê gotin endamê YPG/PKKya rêxistina terorê ye geriyan û dest dan ser pasaporta wî.

Polêsên Îtalyayê operasyon birin ser endamê YPG/PKKyê

Ekîbên têkoşîna dijî terorê yên li Sardinyaya girava li rojavayê Îtalyayê li mala welatiyekî Îtalyayê yê ku tê gotin endamê YPG/PKKya rêxistina terorê ye geriyan û dest dan ser pasaporta wî.

Li gor xebera ANSAya ajansa nûçeyan a Îtalyayê, di çarçoveya operasyona polêsan a li dijî kesên li dervayê welêt tevlî şerê dereqanûnî bûne da polês li malên welatiyekî Îtalyayê yê şervanê biyanî, 2 welatiyên Îtalyayê yên hat tesbîtkirin endamê YPG/PKKya rêxistina terorê ne geriya.

Hat tesbîtkirin hersê kes li Nouro û Caglîariya li Girava Sardinyayê dijîn.

Ji wan Pierluigi Cariayê ku hat tesbîtkirin endamê YPG/PKKyê ye ew ê di demeke nêz da derbasî Iraqê be û ji wir jî derbasî Sûriyeyê bibe.

Ji ber vê polêsan dest dan ser pasaporta Carîayê endamê rêxistinê.

- 2 terorîst ji wêneyekê hatin tesbîtkirin

Hat ragihandin ku piştî ji wêneyekê 2 endamên YPG/PKKyê hatin tesbîtkirin lêpirsîna li ser 3 kesan dan destpêkirin.

Hat gotin ku di wêneyê da rûyê herdu terorîstan pêçayî ye û kamuflaj li xwe kirine, di destê yekî da keleşkof heye, terorîstê din jî kulma xwe ya çepê rakiriye hewayê.

Dibêjin di wêneyê da li pişt endamên rêxistinê alaya rêxistineke qaşo "li dijî faşîzmê ye" ya li Bretonyaya Fransayê û alaya Sardinyayê hene û ji vê derketine rê û nasnamaye wan hatiye tesbîtkirin.

Hat tesbîtkrin ku herdu terorîstên rûpêçayî Olivier Francois û Jean Le Claincheyê welatiyên Fransayê ne û yê din jî Pierluigi Cariayê welatiyê Îtalyayê ye.

AA

Dîroka nûkirinê: 15 îlon 2018, 15:39
Şîrove Bike
NÛÇEYA DI RÊZÊ DE