Pîra 85 salî bi dengê xwe şaş û metel hîşt

Aşiq Sefaî di konserê da gelek kilam gotin û di dawiya konserê da Hatîce Boya 85 salî ya gundiya xwe gazî ser dikê kir.

Pîra 85 salî bi dengê xwe şaş û metel hîşt

Li Şanliurfayê ji bo Mehmet Acetê bi navê "Aşiq Sefaî" tê zanîn û UNESCOyê xelata Xezîneyên Merivên Dijîn dabûyê konsera rûmetê hat dayîn. Di konserê da Hatîce Boya 85 salî dewetî ser dikê kirin û Boyê kilamek (hoyrat) got. Mêvanan bi qasî 20 deqîqeyan li piya ji bo Boyê li çepikan xistin .

Ji bo Aşiq Sefaiyê ku 18 salan di Koroya Muzîka Gel a Şanliurfayê da wekî sitranbêj wezîfe kir li Navenda Çandê ya Şair Nabî konsera rûmetê hat dayîn û Aşiq Sefaî bi konserê xatirê xwe xwest.

Aşiq Sefaî di konserê da gelek kilam gotin û di dawiya konserê da Hatîce Boya 85 salî ya gundiya xwe gazî ser dikê kir.

Hatîce Boya ku qiyafetên herêmî li xwe kiribû bi alîkariya wezîfedaran derkete dikê. Ji ber pîrbûnê destên Boyê diricifîn û mîkrofon hilda û klama "Kişlalar Doldu Bugun" got.

Guhdar rabûn piya û bi qasî 20 deqîqeyan ji bo Boyê li çepikan xistin.

Boyê ji bo eleqeyê sipas kir.

Aşiq Sefaiyê ku 40 sal e kevneşopiya aşiqtiyê didomîne 30 semah, gotin û nefesên berê kom kir û tevlî repertuvara Muzîka Gel a Tirkiyeyê kir, ji ber vê jî UNESCOyê di sala 2016an da xelata Xezîneyên Merivên Dijîn dabû Sefaî.

AA

Dîroka nûkirinê: 08 Kanûn 2018, 16:14
Şîrove Bike
NÛÇEYA DI RÊZÊ DE