Pîra ku di bin berfê ma, mir

Li Bîngolê ji banê xaniyekî berf ket xwarê û di encamê da jineke di bin berfê da ma û mir

Pîra ku di bin berfê ma, mir

Li Bîngolê ji banê xaniyekî berf ket xwarê û di encamê de jineke pîr mir.

Li gor agahiyan bûyer li Uçyakaya gundê li ser navenda Bajêr duh bi şev çêbû.

Saîme Boraya 71 salî ji mal derket û demekê dirêj venegeriya.

Malbat li ser vê ketin şikê û derketin derva û behnekê lê geriyan. Pîrê nedîtin û li ser vê agahî dan rayedaran.

Piştî demekê din tîmên AFAD û UMKEyê hatin herêmê li jina pîr geriyan.

Di encama lêkolînan da hat tespît kirin ku jina di binê berfê da mey û miriye.

Tîman cinazeyê jinê derxistin û teslimî malbatê kirin.

AA

Şîrove Bike
NÛÇEYA DI RÊZÊ DE