Pîrika emrê wê ji sedî zêdetir bi saya siheta baş ji Kovîd-19ê filitî

Li hemberî başbûna pîrika 107 salî doxtor jî şaş û metel man lê pîrik bi saya siheta xwe ya baş a ku parastina jêbexşiya bedena wê xurt bû bi ser xwe da hat û ji Kovîd-19ê xilas bû.

Pîrika emrê wê ji sedî zêdetir bi saya siheta baş ji Kovîd-19ê filitî

Havahan Karadeniz a 107 salî ya ku bi qasî hefteyekê li Nexweşxaneya Lêkolîn û Perwerdehiyê ya Stenbolê ji ber nexweşiya şewba vîrusa koronayê ya bi tîpa nû (Kovîd-19) tedawî dît digel emrê xwe bêhêvî nebû û ji nexweşiyê filitî.

Karadenizê di 7ê nîsanê da ji ber kuxik û agirê zêde çû nexweşxaneyê û di encama testan da derket holê ku pê ra Kovîd-19 heye. Bi tespîtkirina şewbê ew li nexweşxaneyê hildan bin kontrolê û tedawiya wê dest pê kir. 

Pîrika 107 salî di nav hefteyekê da ji nexweşiya şewba Kovîd-19ê filitî û li dinyayê bû yek ji wan herî kal û pîrên ku ji heqê şewbê hatin der û di dîrokê da cihê xwe girt.

Karadeniz qewlê qarantînayê yê ji 14 rojan pêk tê niha li mala xwe temam dike û neviyê wê Ender Çiragê demek berê ew jî bi şewbê ketibû pê ra eleqedar dibe.

Li hemberî başbûna pîrika 107 salî doxtor jî şaş û metel man lê pîrik bi saya siheta xwe ya baş a ku parastina jêbexşiya bedena wê xurt bû bi ser xwe da hat û ji Kovîd-19ê xilas bû.

Heta vî emrê hanê qet nehatiye emeliyatkirin

Karadeniz a ku li Poturgeya navçeya Meletiyê hatiye dinê di 8 saliya xwe da tevlî malbata xwe koçî Stenbolê kiriye û mêrê wê di sala 1982yan da wefat kiriye. 4 zarok, 11 nevî û 15 jî nevîçirkên wê hene. Heke Xwedê emir bide di demeke nêzîk da wê neviyê neviyê xwe jî bibîne.

Pîrika 107 salî digel vî emrê xwe serê sibehê zû radibe rojê 5 wext nimêja xwe dike û mîna hemû Meletiyeyiyan ew jî ji mişmişan hez dike û di taştêya wê da rûnê nivîşkî, tû, hingiv û şîr xalî nabe û ew wan dixwe.

Karadeniz dema ku bi şewbê nexweş dikeve ewilî naxwaze biçe doxtor.

Havahan Karadeniza ji nexweşxaneyê hat mala xwe daxuyanî da nûçegihana AAyê û got: "Ez nexweş ketim lê min nexwest ez biçim nexweşxaneyê. Doxtor hatin malê û gotin em te bibin nexweşxaneyê lê min got na. Ez nexweşim pîr im... Qîza mina mezin têlefon kir û got here doxtor yek ji min yek ji wê. Paşê ez sekinîm û min got ka ez biçim. Min nasnameya xwe hilda û ez çûm nexweşxaneyê. Doxtoran li min mêze kirin û gotin tu nexweşî û ez 7 rojan li wê derê mam."

Pîrê gelek dia li doxtoran kir û got ku li welêt doxtorên gelek baş û bi rehm hene û Xwedê kêmasiya wan nede.AA

Divê hûn ji bo şîroveyan bibin endam.

Ger hûn endam nebin niha bibin endam an jî têkeve malperê.

NÛÇEYA DI RÊZÊ DE