Ji malbatên li pêşiya Serokatiya Bajêr a HDPyê ji bo zarokên xwe yên revandine çiyê "nobeta ewledan" digrin malbateke din jî di encama xebatên polêsan gihîşt zarokê xwe.
Li gor agahiyên nûçegihanê AAyê ji hêzên ewlekariyê sitand, di encama xebatên îqnakirinê yên Midûriyeta Giştî ya Ewlekariyê da 5 endamên rêxistinê duh li Deriyê Sînor ê Xabûrê yê li Şirnexê teslîmî hêzên ewlekariyê bûn.
Hat ragihandin ji kesên teslîm bûn yek Îbrahîm Halîl Kadran e. Halîme Kadrana pîrika Halîl Îbrahîm Kadran û G.A.ya meta wî li pêşiya avahiya Serokatiya Bajêr a HDPyê ya Diyarbekirê tevlî nobeta ewladan bûbûn.
G.A.ya meta Kadran ji bo biraziyê xwe yê êtîm û sêwî yê 5 sal berê ji Diyarbekirê revandibûn çiyê beşdarî çalakiya rûniştinê bûbû. Di encama xebatên hêzên ewlekariyê da G.A. gihîşt Îbrahîm Halîl Kadranê biraziyê xwe û zehf şa bû.
#DiyarbakırAnneleri'nden biri daha evladına kavuştu
— TRT Kurdî Türkçe (@trtkurditurkce) January 10, 2020
Diyarbakır'dan 5 yıl önce dağa kaçırılan yetim ve öksüz yakınları için oturma eylemine katılan hala G.A. ile babaanne Halime Kadran, güvenlik güçlerinin çalışmasıyla İbrahim Halil Kadran'a kavuşmanın mutluluğunu yaşıyor. pic.twitter.com/6WQhFvvw7Y
Hat ragihandin ku di pêvajoya îqnakirinê da met û pîrika Kadran her tim pê ra têkilî danîn bi polêsan ra hewl dan ku Îbrahîm Halîl Kadran ji destê PKKya rêxistina terorê bireve.
Bi vî awayî di roja 130yî ya nobeta ewledan a dayikên Diyarbekirê da hejmara malbatên gihîştin ewladên xwe derket 4an.AA