Prof. Dr. İhsan Sureyya Sirma weaz da gel

Mizgeft tijî bûn, Misilmanan di vê şeva bimbarek de îbadet kir ...

Prof. Dr. İhsan Sureyya Sirma weaz da gel

Şeva Qendîlê li çar aliyên tirkiye û dinyayê hat pîrozkirin. Misilmanan berê xwe da mizgeftan û ji bo xatirê şeva pîroz dia kirin.

Misilmanan bi minasebeta Şeva Qendîla Mîracê berê xwe dan malên Xwedê.

Li Dihêya Sêrtê Şeva Mîracê bi beşdariya misilmanan hat pîrozkirin.

Prof. Dr. İhsan Sureyya Sirma weaz da gel. Bername ji ser ekrana TRT Kurdîyê bi zindî hat weşandin.

Li Mêrdînê gel berê xwe da mizgeftan. Qur’an hat xwendin û dengê îlahiyan bilind bû.

Li Herêma Kurd ya Bakurê Iraqê jî şeva Mîracê hat pîrozkirin. Gel li Mizgefta Sewafê ya Hewlêrê kom bû.

Tevî Serkonsolosê Hewlêrê yê Tirkiyê Hakan Karaçay, gelek rayedarên herêmê çûn mizgeftê.

Dîroka nûkirinê: 04 Nîsan 2019, 12:39
Şîrove Bike
NÛÇEYA DI RÊZÊ DE