“Projeya alîkariyê ya ji bo nexweşên li malê”

Di çarçoveya projeyê de heta îro li malên nexweşan 204 cih hatin bicihkirin

“Projeya alîkariyê ya ji bo nexweşên li malê”

Li Batmanê di sala 2019an de bi hevkariya walîtî, şaredarî û midûriyeta tenduristiyê ji bo nexweşên ku li malê ne, projeyek hat amadekirin. Di çarçoveya projeyê de xebatkarên tenduristiyê heta îro 204 cihên taybet li malên nexweşan bi cih kirin.

Li Batmanê hin nexweş hene ku nikarin ji malê derkevin û hewceyê cihên taybet in.

Ji bo kesên wisa bi hevkariya Walîtî, Şaredarî û Midûriyeta Tenduristiyê bi navê “Alîkariya Ji Bo Nexweşên Li Malê” projeyek hat amadekirin.

Xebatkarên tenduristiyê pêşî diçin mala nexweşan û hewcedariya wan tespît dikin.

Dema hewce be jî ji bo wan nexweşan cihê taybet ên pirfonksiyonî li mala wan bi cih dikin.

Xebatkarek dibêje ku projeyê di sala 2019an de dest pê kir û heta niha 204 cih hatine teslîmkirin.

Nexweş û malbatên wan ji bo alîkariya cihên taybet gelek kêfxweş in.

Walîtiya Batmanê eşkere kir ku wê xebatên alîkariyê dewam bikin.

Divê hûn ji bo şîroveyan bibin endam.

Ger hûn endam nebin niha bibin endam an jî têkeve malperê.

NÛÇEYA DI RÊZÊ DE