Li Bergiriya wanê xwendekarên lîseya pîşe û teknîkê ya kazim karabekir ji bo astengdaran projeyeke alîkariyê amade kirin. Bi projeyê xwendekar sandaliyên astengdaran tamîr dikin. Xwendekarên lîseyê dibêjin em tenê dixwazin dilê astengdaran xweş bibe.
Pêşî sandaliyên wan ji hev dixin, paşî bi hesasî tamîr dikin, herî dawî jî dibin û teslîmî xwediyên wan dikin.
Xwendekarên Lîseya Pîşe û Teknîkê ya Kazim Karabekir a Bergiriya Wanê ji bo astengdaran projeyeke alîkariyê amade kirin.
Astengdar sandaliyên xwe teslîmî wan dikin, ew jî bi hesasiyeteke mezin tamîr dikin.
Herî dawî jî radijin sandaliyan û teslîmî xwediyên wan dikin.
Xwendekar dibêjin em tenê dixwazin dilê astengdaran xweş bibe û kêfa wan were.
Malbatên astengdaran jî ji xebata xwendekaran memnûn in.
Midûriya Perwerdeya Navçeyê jî bi peydakirina amûrên hewce piştgiriyê dide projeyê.