Projeya “bajarên bêasteng”

Şaredarî navenda bajêr li gorî astengdaran verast dike

Projeya “bajarên bêasteng”

Şaredariya Peywirdarkirî ya Qosera Mêrdînê xebatên xwe didomîne. Şaredarî bi projeya “bajarên bêasteng” navenda bajêr ji bo welatiyên astengdar ji nû ve çêdike.

Wekî gelek bajaran li Qosera navçeya Mêrdînê jî şaredarî bi destê qeyûm xebatên xwe didomîne.

Şaredariyê bi Wezareta Sanayî û Teknolojiyê û Rêvebiriya GAPê ve projeyek da destpêkirin.

Navê projeyê jî “Bajarên Bêasteng” e.

Di projeyê de navenda Qoserê ji bo ku welatiyên astengdar karibin bi hêsanî bigerin, ji nû ve tê dîzaynkirin.

Qoserî ji van xizmetan zahf memnûn in.

Tê ragihandin ku dê bajarên din jî li vê xebata Belediya Qoserê binêrin û kûçe û kolanan bona astengdaran verast bikin.

Dîroka nûkirinê: 05 Adar 2019, 12:12
Şîrove Bike
NÛÇEYA DI RÊZÊ DE