Projeya bermayiyên malan

Welatî bermayiyên xwe didin marketê û ji xwe re amûrên paqijiyê dibin

Projeya bermayiyên malan

Li navçeya Xelîliyeya Rihayê di çarçoveya projeya tunekirina bermayiyan de xebatek tê birêvebirin. Welatî bermayiyên xwe didin marketê û ji xwe re amûrên paqijiyê dibin.

Navçeya Xelîliyeyê di çarçoveya Projeya Tunekirina Bermayiyan de wek navçeya pîlot hat hilbijartin.

Di çarçoveya projeyê de marketeke amûrên paqijiyê hat avakirin.

Welatî bermayiyên mala xwe didin marketê.

Beranberê bermayiyên xwe jî ji xwe re tiştên paqijiyê dibin.

Şaredarê Xelîliyeyê Mehmet Canpolat got, “Welatiyên me bermayiyên xwe tînin marketa me û pê puan qezenç dikin. Dûv re jî li gorî puanên xwe ji xwe re amûrên paqijkirinê dibin. Em dixwazin welatî ji bo parastina xweza û hawirdorê zêdetir baldar bibin.”

Welatî bi vî awayî him bermayiyên xwe kêmtir diavêjin çopê, him jî ji xwe re amûrên paqijiyê qezenç dikin.

Divê hûn ji bo şîroveyan bibin endam.

Ger hûn endam nebin niha bibin endam an jî têkeve malperê.

NÛÇEYA DI RÊZÊ DE