Şaderariya Çaldıranê ji bo cotkaran bi navê “bila hemû zevî werin çandin” projeyek da destpêkirin. Di çarçoveya projeyê de li 60 cotkaran nok û nîsk hatin belavkirin. Cotkaran jî cara ewil li navçeyê nok û nîsk çandin.
Li navçeya Çaldıranê ya Vanê şaredariyê par Projeya Bila Hemû Zevî Werin Çandin da destpêkirin.
Di çarçoveya projeyê de li 60 cotkaran nok û nîsk hatin belavkirin.
Şaredarê Çaldıranê Şefik Ensari behsa projeyê kir û got: Me piştgiriya gubre û makîneyên cotkariyê jî da cotkarên xwe.
Cotkaran jî di bin kontrola endezyarên zîreatê de cara ewil nok û nîsk çandin.
Li navçeyê bi tevahî 600 donim zevî hat çandin.
Şaredarî bi vê projeyê dixwaze bi saya cotkariyê aboriya navçeyê bi pêş keve.