‘Projeya Cotkarên Ciwan’ : Serê malê 5 nogin hatin dayîn

Bi saya ‘Projeya Cotkarên Ciwan’ welatiyan nogin standin...

‘Projeya Cotkarên Ciwan’ : Serê malê 5 nogin hatin dayîn

Xizmetê ji bo heywandariyê dewam dikin. Di çarçoveya projeya cotkarên ciwan de li mûşê 310 heb nogin li 62 kesî hatin belavkirin. Mûşî ji bo bibin xwediyê heywanan pêşk avêtin.

44 ji wan ji Dêrxasê, 18 ji wan jî ji navenda Mûşê bi temamî 62 Mûşî bûn xwediyê noginan.

Midûriyeta Çandînî û Daristaniyê, di çarçoveya Projeya Cotkarên Ciwan de 310 nogin li welatiyan belav kirin.

Serê kesê 5 noginên ji cinsên cuda di navbera 9 û 15 mehî de ne û ji bo şîr bidin û bizin divê 3 sal neyên firotin.

Di nav wan kesên serî lê dane de jin jî hebûn û hemû li bendê bûn ku peşk bê avetin û navên wan derkeve.

Bi vî awayî tê xwestin ku heywandariya bajêr pêşvetir biçe û welatî bi heywandariyê zêdetir mijûl bibin.

Dîroka nûkirinê: 22 Kanûn 2018, 15:48
Şîrove Bike
NÛÇEYA DI RÊZÊ DE