Projeya ‘Damla’yê

Xwendekarên zanîngehê ji bo biratî û bihevrebûnê bûn ‘Dilop’

Projeya ‘Damla’yê

Bi hezaran xwendekarên zanîngehê ji bo; biratî, muhabet û naskirina gel, derketin rê. Keçên ciwan di çarçoveya projeya ‘dilop’ê de bajar bi bajar , gund bi gund digerin. Her wiha xwendekaran di serdanên xwe de xazî û malbatên şehîdên amedê jî ji bîr nekirin.

Ciwanên keç li gund û bajaran digerin, bi zarokan re dileyîzin û extiyran ziyaret dikin.

“Projeyê Dilopê” ya Wezareta Ciwanî û Sporê li giştiyê Tirkiyeyê berdewam dike.

Di çarçoveya projeyê da xwendekarên zanîngehan li hev kom dibin û ji bo biratî, muhabet û hevnaskirinê dibin ‘Dilop’.

Ciwan li malan dibin mêvan; nexweş, goristan, dibistan û kursên qur’anê ziyaret dikin û çalakiyên cûr bi cûr organîze dikin.

Projeya Damlayê vê carê li Diyarbekirê bû. 40 Keçên ciwan hatin serdana bajarê qedîm.

Keçên fedekar komeleya xazî û malbatên şehîdan jî ziyaret kirin.

Di nav ciwanan de gelek wendekarên biyanî yên ku li Tirkiyeyê dixwînin jî hene.

Ciwanan hal û wextê malbatanên xemgîn jî pirs kirin û moral dan wan.

Şîrove Bike
NÛÇEYA DI RÊZÊ DE