Projeya Dayika Polîsa Narkotîkê

Dayik wê li dijî madeyên tiryakê têkoşînê bikin...

Projeya Dayika Polîsa Narkotîkê

Li Türkiyeyê her sal bi tonan madeyên mîna esrar û eroyînê tên girtin. Lê belê ev têkoşîna li dijî narkotîkê ne bes e. Lewra zarokên 10-12 salî jî, mixabin madeyên tiryaqê bi kar tînin. Ji bo ev pirsgirêk safî bibe, li Diyarbekirê ‘Projeya Dayika polêsa Narkotîkê ya Herî Baş’ dest pê kir.

Li Türkiyeyê bi hezaran zarok û ciwan ketinê faqa tiryaqê.

Bikaranîna madeyên hişbir, gihîştiye asteke xeter û talûke.

Ji bo zarok û ciwan ji muptelabûna madeyên mîna esrar, eroin, morfîn û bonzaiyê dûr bikevin, êdî malbat jî dest bi micadeleyê dikin.

Wezareta Karên Navxweyî li hemberê bikaranîna narkotîkê, li temamê welêt dest bi ‘Projeya Dayika Polîs a Narkotîkê ya Herî Baş’ kir.

Polîsên şaxa narkotîkê ya Diyarbekirê, di çarçoveya projeyê de dayikan kom dikin û ji wan re behsa zirarên madeyên hişbir dikin.

Heke ku zarokek tiryaq bi kar bîne, dayik wê çawa fehm bike û li hemberê mûptelabûnê dê çawa dest bi tedawiyê bike.

Ev hemû agahî ji terefê polîsan ve saet û nîvekê, di dersa perwerdeyê de tên gotin.

Piştî vê projeya taybet wê dayikên Diyarbekirê wek polîsên narkotîk di serî de ewladên xwe û cîranan biparêzin.

Divê hûn ji bo şîroveyan bibin endam.

Ger hûn endam nebin niha bibin endam an jî têkeve malperê.

NÛÇEYA DI RÊZÊ DE