Projeya "Di 2019an da Ji Bo Welatê Min Fikreke Min Heye"

Wezareta Ragihandinê ya Serokkomariyê bi navê "Di 2019an da Ji Bo Welatê Min Fikreke Min Heye" projeyek da destpêkirin

Projeya "Di 2019an da Ji Bo Welatê Min Fikreke Min Heye"

Wezareta Ragihandinê ya Serokkomariyê bi navê "Di 2019an da Ji Bo Welatê Min Fikreke Min Heye" projeyek da destpêkirin ku welatî fikr û pêşniyarên xwe yên der barê saziyên kamuyê da parve bikin. 

Serokê Ragihandina Serokkomariyê Prof. Dr. Fahrettîn Altun der barê projeya "Di 2019an da Ji Bo Welatê Min Fikreke Min Heye" daxuyaniyek da. 

Altun got ew aqil, hest, wîcdan, dilsozî û feraseta welatiyan bawer dikin û wisa difikirin bi saya vê projeyê welatî wê feydeyê bidin pêşvaçûna Tirkiyeyê. 

Altun bangî gelê Tirk kir ku bila ji bo welêt bifikirin û wiha axivî: "Lewra em dizanin fikrên herî baş di sohbetên malbat û hevalan da derdikevin holê, di kantînên lîse û zanîngehan da tên axaftin, ji hişê paqij û zelal ên zarokan derbas dibin. Ez sala 2019an wek saleke ku 82 milyon ji bo welatê me difikirin û van fikrên xwe bi yekîneyên dewletê ra rasterast parve dikin xeyal dikim." 

Altun anî ziman wan ji bo welêt malpereke înternetê ya bi navê "iletisim.gov.tr" ava kiriye û di 28ê Çileya Paşîn da projeya "Di 2019an da Ji Bo Welatê Min Fikreke Min Heye" li ser vê malperê belav kiriye, ji wê rojê pê va di qada hawîrdor, tenduristî, çand, huner, ragihandin, vejen, perwerde û edaletê da gelek fikr ji hêla welatiyan va hatine parvekirin. 

- "Ji her temenî pêşniyaz tên" 

Altun got mînak hin kesan gotiye bila li ser rêya rêwî derbas dibin lembeya trafîkê ya şîn bê danîn, hinekan gotiye bila ji bo dewletê armayek bê çêkirin, hinekan gotiye bila navê nexweşxaneyan bibe şifaxane, hinekan gotiye bila kamyonên çopê yên bêhna kîmyewî ji konteynirên çopan derdikeve asteng dike bila bên bikaranîn. 

Altun wiha dewam kir: "Ya ku meriv kêfxweş dike jî ji her temenê pêşniyaz tên. Mînak yê ku pêşniyaz kiriye bila armaya dewletê bê çêkirin ciwanekî me yê 16 salî ye. Dema em fikrên ku heta niha hatine gotin dinêrin temenê wan di navbera 16-69an da ye. Ji her aliyê Tirkiyeyê tên."

- Ji sepandina pergalên daxwaz, gilî û piştevaniyê cihê ye

Altun der barê pêvajoyê da nirxandinan kir û got: "Ew fikr û ramanên digihîjin serokatiya me ewilî tên nirxandin. Li gor mijar, naverok û qada sepandinê bi saziyên eleqedar ên dewletê ra tên parvekirin. Li serokatiya me û wezaretên me nûnerên vê projeyê hene û li wir bi hurgilî li ser meseleyê disekinin. Paşê jî ji bo fikrên ku wê bên sepandin biryar tê dayîn û bi xwediyên wan ra têkîlî tê danîn û hevdîtinên bi hûrgilî tên kirin û ji bo sepandina fikrê amadekirina planan dest pê dike."

Di berdewamiya axaftina xwe da Altun der heqê platforma "Ji Bo Welatê Min Fikreke Min Heye" da wiha pê da çû: "Ev ji sepanên pergalên daxwaz, gilî û piştevaniyê cihê ye. Li vir armanc ewe ku kesên dibêjin fikreke min a gelek bi kêrî welêt tê heye û ez nikarim xwe bigihijînim yekî wê bibin xwedî derfetê. Armanc ewe ku welatê me ber bi hedefên xwe yên salên 2023, 2053 û 2071î va bimeşe."

Altun destnîşan kir ku di vê heyama fikr û raman girîng in da ji bo divê milet bi hev ra bifikire û karê xwe çêtir bikin hewl bidin.

Welatiyên dixwazin bi fikr û ramanên xwe di nav projeyê da cih bigirin ji ser lînka "https://www.iletisim.gov.tr/turkce/ulkem"ê dikarin serî lê bidin.

AA

Şîrove Bike
NÛÇEYA DI RÊZÊ DE