Li Ağrıyê bi kordînasyona walîtiyê û hevkariya şaredariya bajêr bi navê “di 5 salan de 750 hezar mêşin” hat amadekirin. Di projeyê de li welatiyên gundan mêşin tên belavkirin.
Berê li herêma Ağrıyê bi milyonan pez dihatin xwedîkirin.
Lê îro li tevahiya herêmê tenê milyonek û 400 hezar pez mane.
Walîtiya Ağrıyê ji bo pêşdebirina heywandariya li herêmê bi navê “Di 5 Salan de 750 Hezar Mêşin” projeyek amade kir.
Şaredariya bajêr, Midûriyeta Çandinî û Daristanan jî piştgirî didin projeyê.
Di projeyê de li gorî serlêdanê mêşin li gundiyan tên belavkirin.
Krediya ji bo heywanan jî him bê faîz e him jî bê îpotek e.
Bi projeyê tê xwestin ku li herêmê xwedîkirina heywanan gelek zêde bibe û welatî bi rehetî debara xwe xwe bikin.
Li gorî projeyê dê tenê îsal 150 hezar mêşin bên belavkirin.
Di 5 salan de jî dê hejmara wan bibe 750 hezar