Projeya Diyarbekirê ya "Mezin"

Midûrê Giştî yê Kar û Barê Avê ya Dewletê Mevlut Aydin:"Bi saya Projeya Silîvanê 2 milyon û 350 hezar dekar erazî wê bê avdan"

Projeya Diyarbekirê ya "Mezin"

Xebatên projeya Sîlvanê ya ku li Diyarbekirê wekî 'projeya mezin' tê zanîn dewam dikin. Piştî xebat qediyan li herêmê 305 hezar kes wê bibin xwedî kar.

Bi temambûna projeyên avdanê ku di çarçoveya Projeya Başûrê Rojhilata Anadoluyê (GAP) de tên meşandin, li navçeya Silîvan, Bîsmîl û navendê 2 milyon û 350 hezar hektar erd dê were avdan. 

Midûrê Giştî yê Kar û Barê Avê ya Dewletê (DSÎ) Mevlut Aydin daxuyanî da nûçegihanê AAyê û got ku li herêmê di çarçoveya projeyê da wê 8 bendav û 23 tesîsên avdanê werin çêkirin.

Aydin wiha axivî:

"Niha çêkirina bendavên Silîvan, Pamukçay, Ambar, Kuruçay, Başlar, Kibris, Karacalar û Bulaklidereyê dewam dikin. Piştî ev bendav qediyan qasî 7 milyar û 300 milyon mêtrekup ev wê were depokirin. Bi saya Projeya Silîvanê 2 milyon û 350 hezar dekar erazî wê bê avdan. Bi vê projeyê li herêmê 305 hezar kes wê bibin xwedî kar."

AA

Dîroka nûkirinê: 07 Çile 2019, 10:58
Şîrove Bike
NÛÇEYA DI RÊZÊ DE