Wezîrê Karên Navxweyî Suleyman Soylu diyar kir ku dîwarê ewlehiyê yê li ser sînorê Ağrı-Îranê ku ji 81 kîlometreyî pêk tê, temam bû.
Soylu ji ser hesabê xwe yê medyaya civakî peyam da û got: "Şikir, Projeya Dîwarê Ewlehiyê ya li ser sînorê Ağrı-Îranê ku ji 81 kîlometreyî pêk tê qediya"
Wezîr Soylu wêneyên projeya ku temam bûn jî parve kir û di peyama xwe da wiha nivîsî:
"Di çarçoveya Pargalên Ewlehiya Fizîkî ya Sînor da ku ji alî Wezareta me va tê birêvabirin ew dîwarê ewlehiyê yê li ser sînorê Ağrı-Îranê ku ji 81 kîlometreyî pêk tê îro qediya. Digel şert û mercên erdnîgarî yên zehmet ev proje di nav 2 salan da hat vê merheleyê."
Wezîr Soylu ji Walîtiya Ağrıyê, TOKI, saziya dîwar lê kir, xebatkarên di çêkirina dîwar da xebitîn, endezyar û hêzên ewlehiyê yên gef lê xwarinên rêxistina terorê berteref kirin jî di nav da ji hemû kesên di projeyê da xwedî kedê ne ra spas kir.
AA