Projeya ”em vê havînê li mizgeftê ne”

Şaxa Genç MÜSİAD’ê ya Batmanê diyarî li zarokan belav kirin

Projeya ”em vê havînê li mizgeftê ne”

Şaxa Batmanê ya genç MÜSİAD’ê ji bo balê bikşîne ser xwendina quranê, projeya ”em vê havînê li mizgeftê ne” hazir kir. Endamên mûsîadê di çarçoveya projeyê de çûn gundê bînaltiyê yê batmanê û diyarî dan zarokan.

Şaxa Batmanê ya Genç MÜSİAD’ê ji bo balê bikşîne ser mizgeft û xwendina Quranê projeyek çêkir.

Di çarçoveya Projeyê de ku navê “Em vê Havînê li Mizgeftê ne” ye endamên MÜSİAD’ê çûn serdana mizgefta gundê Bînaltiyê.

Endamên MÜSİAD’ê ji bo zarokên ku di mizgeftê de Quranê hîn dibin diyarî amade kiribûn.

Zarok bi saya vê projeyê di havînê de Quranê hîn dibin. Her wiha bi hevalên xwe re wext derbas dikin.

Divê hûn ji bo şîroveyan bibin endam.

Ger hûn endam nebin niha bibin endam an jî têkeve malperê.

NÛÇEYA DI RÊZÊ DE